Atîna daxwaza krîna balafirên F-35 ji Waşngtonê kir

Yewnanîstan ya ku di nava demên dawiyê de, hatiye pêşberî Tirkiye, dixwaze hêza xwe ya hewayî ji xurt bike.
Yewnanîstanê ji bo kirîna fîloya balafirên şer ên F-35 daxwazeke fermî ji Amerîkayê kir.
Rayedarên Yewnanîstanê diyar kirin ku wê 20 balafiran bikirin.

Atîna ji bo hêza xwe ya asmanî ji ya Atîna xurtir bike, çav berdaye F-35’an.

Li gor daxuyaniya Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di civîna NATOyê ya li Madrîdê de, wan ser mijara kirîna F-35’an nameyek fermî ji bo DYA şandiye.

Kiryakos Mitsotakis da zanîn ku dibe Yewnanîstan fîloya duyemîn a F-35’an a Lockheed Martin bikire û got:

“Beşek ji vê prosedûrê şandina nameya daxwaznameyê ye, mîna ku di rojên dawî de pêk hat.”

Atîna: Fîlo ji 20 balafiran pêk tê

Mîtsotakis diyar kir ku ev destpêka pêvajoyeke dirêj e û Atînayê pêşbînî nake ku beriya 2027 an jî 2028 balafiran werbigire.

Rayedarên Yewnanîstanê diyar kirin ku fîloya wê ji 20 balafiran pêk tê.

Yewnanîstanê beriya niha jî 24 balafirên şer ên Rafale yên ku li Fransayê hatine çêkirin, xwestiye.

Şeş ji van nû ne û 18 yên din jî beriya niha di Hêza Hewayî ya Fransa de xizmet dikirin.

Yewnanîstanê daxwaza kirîna 3 firqeteynan jî ji Fransa kiriye.

Hevalbendên NATO yên cîranên Yewnanîstan û Tirkiyê ev demek dirêje di mijara lêgerîna gaza xwezayî ya li rojhilatê Derya Spî de hatine pêşberî hev.

Herî dawî li ser giravên Yewnanîstanê yên li derveyî Tirkiyeyê nîqaş hatin kirin.

Enqere Atînayê bi hebûna leşkerî ya li ser peravê tawanbar dike û îdia dike ku peyman binpê kiriye.

Yewnanîstan dibêje ku ew li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigerin û diyar dike ku ew giravan li hemberî helwesta êrîşkar a Tirkiyê diparêzin.

Back to top button