Piştî dehê salan Macron fermana avakirina santralên nukleerî da

Fransa ji bo hilberandina pêwistiyên xwe yên enerjiyê, careke din dest bi avakirina santralên nukleerî dike.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ji bo di warê enerjiyê de pêwistiyên xwe bidest bixe fermana avakirina santralên nukleerî da.
Ev yek jî weke gaveke piştî dehê salan derket holê.

Emmanuel Macron ev yek di axaftina xwe ya têkildarî şewba Covid-19 û aboriyê de ragihand.

Macron, anî ziman ku piştî bi dehan salan ji bo serxwebûna Fransayê di warê enerjiyê de garantî bikin, biryar dane ku santrala nukleerî ava bikin.

Serokomarê Fransa got,

Ew ê di hilberandina enerjiya nûjen jî bidomînin.

Emmanuel Macron diyar kir ku welatê wî wê heta sala 2030’î, 30 milyar euro di gelek qadan de razemeniyê bike.

Macron da zanîn ku Fransa dikare di warên perwerde, pîşesazî û çandiniyê de hêzeke mezin nîşan bide û diyar kir ku di demeke gelek herêm Fransa di nava zorî û zehmetiyê de ne, wê di destpêka 2022’an Fransa serokatiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bike.

Back to top button