Iraq ji bo vegera koçberan budceyek veqetand

Şêwirmendê Wezareta Koç û koçberan a Iraqê diyarkir hikûmet ji bo vegerandina koçberên li ser sinorê Belarusya-Polonyayê asê mane, budceyek veqetandiye.
Her wiha da zanîn ev koçber bûne qurbaniyên bazirganiya bi mirovan tê kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyek diyarkir duh di civîna desteya wezîran de biryar hat dayîn ku wezareta darayî 300 milyon dînar ji bo vegera koçberên li ser sinorê Belarus-Polonya û Lîtwanyayê asê mane veqetîne.

Şêwirmendê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ji Rojnews re got,

Serokwezîr Mistefa Kazimî aliyên peywendîdar erkdar kir ku di demek zû de koçberên Iraqî yên li ser sinorê Belarusya-polonya û Lîtwanyayê asê mane rizgar bikin.

Li gorî gotina Kerîm Nurî, piraniya wan koçberên Iraqî, Kurd in.

Her wiha da zanîn ew koçber bûne qurbaniyên bazirganiya bi mirovan tê kirin.

Bi hezaran koçberên li ser sinorê Belarusyayê ku piraniya wan Kurdin berê xwe dan sinorê Polonyayê û dixwazin ji wir derbasî welatên Ewropayê bibin.

Back to top button