Çavdêriya Sûrî: Çekdarên Îranê bi dronan êrişî baregeha Tenef kirin

Çekdarên Îranê bi dronan êrişî baregeha Tenef kirin.
Hêzên Koalisyonê 3 dron xistin xwarê.
Li herêma bêçek jî leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.

Baregeha Tenef ya Koalisyona Navneteweyî a li ser sînorê Sûrî, Iraq û Urdun careke din rastî êrişê hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên Îranê bi 3’ê dronan êrişî baregehê kirin.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: HÊZÊN KOALISYONÊ 3 DRON XISTIN XWARÊ

Hat ragihandin hêzên Koalisyonê bersiva êrişê dane û her sê dron anîn xwarê.

Beriya çend rojan jî çekdarên Îranê bi heman awayî êrişî baregehê kiribûn.

Wê demê Hêzên Koalisyonê 2 dron xistin û ya din jî baregeh bombebaran kiribû.

Li herêma bêçek şer-Leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin

Li herêma bêçek jî rewş xirabtir e.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku balafirên şer yên Rûsyayê xalên çeteyan yên li gundewarê Laziqiyê bombebaran kirin.

Hat diyarkirin hêzên Hikûmeta Şamê bi top û mûşekan rojava û başûrê Idlibê, gundewarê Hema û yê Helebê topbaran kir.

Li xalên şer yê herêma navborî leşkerekî hikûmetê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

Back to top button