Peymanên bazirganiyê di navbera Moskow û Pekînê de zêde bûn

Rûsya peymanên xwe yên bazirganiyê li gel Çînê zêde kir.

Hefteya derbasbûyî bi armanca tevlîbûna civîna bilind a “Rê-bend” serokê Rûsyayê Vladimir Putin çû Çînê.

Piştî civînê, di navbera sektorên bazirganî, lojîstîk û çandiniyê yê herdûwelatan de rêze peyman hatin mohrkirin.

Ji herdû aliyan, nûner û rêveberên 800 şîrketî beşdarî civînan bûn.

Ev hevdîtin di demeke wiha de pêk hatin ku cîhana Rojavayî ji ber êrişa li dijî Ukrayînê zextê dikin da ku ti peymanan li gel Moskow îmze nekin.

Lê tevî hgemû nerazîbûnan jî Peknî asta bazirganiya xwe li gel Rûsyayê zêde kir.

Li gorî agahiyên Ajansa TASS a Rûsyayê peymanên di navbera herdû welatan de hatine mohrkirin bi nirxê 25,8 mîlyar dolar in.

Back to top button