Kolombiya-Konferansa derbarê fikrê Rêber Apo

Li Zanîngeha Dîstrîta ya li Bogotayê, konferansa bi sernavê “Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê” bi tevlêbûna 50 rêxistinan ji 15 welatan, dest pê kir.

Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê, konferansa bi sernavê “Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê” ku li ser paradîgmaya “Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Abdullah Ocalan, tê sekinandin, doh dest pê kir.

Konferans wê bi sê rojan li Zanîngeha Dîstrîtayê bê lidarxistin. Ji 50 welatan nêzîkê organîzasyon tev li konferansê bûn.

“Modernîteya demokraîtk pêkan e”

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecih ên Kolombiyayê gelê Înka yê ji herêma Pûta Mayoyê rîtuela destpêkirina kongreyê kir.

Piştî rituelê, bi sernavê “Kapîtalîzm ku krîzeke şaristaniyê ye” panel hat dayîn.

Axavtvanên panelê, ji Meksîkayê Profesor Margara Mîlan,axivî, diyar kir ku divê mirov bibîne ku modernîteyeke din pêkan e

Endama Komîteya Jineolojiyê Sarah Marcha jî, behs kir ku Rêber Abdullah Ocalan analîza pêvajoya dîrokî dike û divê em bibînin ku rûbarekê şaristaniya demokratîk jî heye ku dîrok û kesayeta me bi teşe dike.”

Li Romayê konsera piştevaniya bi Rêber Apo re

Back to top button