Welatiyên Kobanê: Ev ne cara yekê ye PDK’ê dikeve xeta îxanetê

Şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamkirina Peymana Lozanê bi nav kirin.

Welatiya bi navê Emîne Mistefa diyar kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hemwextî bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê ne tesaduf in.

Emîne berxwedana HPG′ê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi şerê hebûnê bi nav kir.

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û PDK nikarin vîna gelê Kurd têk bibin.

Ehmed banga xurtkirina têkoşînê kir û da zanîn ku têkçûna dewleta tirk dê bi xwe re serkeftinên mezin bîne.

Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed jî destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku PDK dikeve xeta xiyanetê. Lê belê ji dema avabûna wê ve di pişta Kurdan de xencerek e.

Mihemed wiha domand: “Tişta PDK dike sûcekî din li qeyda wê ya reş zêde dike. Ji lew re divê Kurdên li Başûrê Kurdistanê serî li hember wê hildin.”

Welatiya bi navê Hemîde Derwêş soza domandina têkoşîn û berxwedanê û parastina deskeftiyan heta pêkanîna serkeftinê da.

Back to top button