Rûya bi dronan êrişî Kîevê kir

Rûsya êdî êrişên xwe yên li ser xaka Ukrayna derbasî paytext Kîevê dike.
Bi gotineke din, êdî Rûsya raste rast Kîevê dike armanc.
Artêşa Rûsya bi balafirên bêmirov êrişî Kîevê kir.
Rêveberên Ukrayna jî îdia dikin ku di êrişê de balafirên bêmirov yên Îranê hatine bikaranîn.

Di demekê ku êrişa Rûsya meha xwe ya 8’an jî ber bi tejîbûnê ye, armanc bûye paytexta Ukrayna Kîev.

Rûsya bi balafirên bê mirov êrişî Kîevê kir.

Li Şevçenskî ya ku yek ji qadên qelebalix ên bajêr e, danê sibehê dema gel diçûn kar û dibistanê teqîn pêk hatin.

Piştî êrîşan agir bi hin avahî ket.

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko derbarê êrîşan de daxuyanî da û diyar kir ku hin avahiyên sivîl lê diman zirar dîtine û herî kêm 2 kes di bin xirbeyan de mane.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,

“Dijminê ku bi balafirên bêpîlot û moşekên kamikaze êrîşî tevahiya Ukraynayê kir, bi şev û roj gelê sivîl ditirsîne.”

Ukrayna: Rûsya bi dronên Îranê êriş pêk anî

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê da îdia kir ku Rûsyayê di van êrîşan da balafira bêmirov a Îranê bikar aniye.

Şaredariya Kîevê, piştî teqînên despêkê li bajêr daxuyanî da û diyar kir ku “binesaziya krîtîk” a bajêr hatiye armanckirin.

Hefteya borî jî Kîev hatibû armanckirin

Navçeya Şevçensky ku zanîngeh, xwaringeh û bar lê hene, di destpêka hefteya borî de bû armanca bombebarana Rûsyayê.

10’ê Cotmehê tevî Kîevê hêzên Rûsya bi moşekan êrişî gelek bajaran kiribû.

Di êrişê de 19 kes hatibûn kuştin û 105 jî birîndar bûbûn.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ev êrîş weke bersivdayîna teqîna li ser Pira Kerçê ya li Kirimê pêk hatiye.

Ukrayna di hefteyên dawî de ragihandibû ku Rûsyayê bi balafirên bêpîlot ên bi navê Witness-136 ên Îranê êrîş pêk anîne.

Îran îdiayên ku dibêjin balafirên bê mirov ji Rûsyayê re dane, red dike.

Kremlîn xwe ji şîrovekirina vê yekê dûr dixe.

Rûsya îdia dike ku êrîşên wê, ku ew wek “operasyonên leşkerî yên taybet” binav dike, sivîlan nakin armanc.

Back to top button