Di nava Riyad û Waşîngtonê de alozî

Amerîka ji ber helwesta Siûdî ya nêzbûna Rûsya bi hêrse û li dijî wê gefan dixwe.
Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîka Biden niha hewil dide polîtîkaya xwe ya bo Siûdî diyar bike.
Ev yek jî rêveberiya Riyadê matmayî hiştiye.

Biryara welatên OPEC+ ya ji bo kêmkirina bo derxistina petrolê Waşîngton bihêrs kiriye.

Ev yek bûye sedema wê yekê ku di nava demên dawiyê de Rêveberiya Amerîka bi eşkere bertek nîşanî Erebîstana Siûdî bide.

Biden têkliya bi Riyadê re ber çavan re derbas dike

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî Jack Sullivan diyar kir ku Biden wê ji bo biryarê, wê bi awayekî stratejîk tevbigere.

Jack Sullivan da zanîn ku di nav bijardeyan de guhertinên di alîkarîya ewlekarî ya Amerîka bo vî welatî de hene.

Her wiha ji televîzyona CNN a Amerîkî re jî got,

Serok wê bilez biryarê nede.

Wê birengekî rêkûpêk û sitratejîk tevger bike.

Nêrîna endamên herdu partiyan wê were girtin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî îşaret bi hilbijartina navberê ya meha Mijdarê were lidarxistin kir û diyar kir ku wê Biden li benda vegerandina Kongreyê be.

Jack Sullivan diyar kir ku di vebijarkên Biden de guhertina alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Erebistana Siûdî heye û ev tişt anî ziman:

Her tişt ji nişka ve çênabe û dema Serok ya ji bo nirxandina ji Kongreyê re heye.

Sullivan her wiha teqez kir ku ti armancek Biden ya di civîna G-20 ya Mijdarê li Endonezya bê lidarxistin nîne.

Piştî biryara welatên OPEC’ê ya kêmkirina hilberîna petroyê, Biden diyar kir ku ew li kêleka Rûsyayê ne û got;

Wê ev biryar encamên xwe ji bo Erebîstana Siûdî hebe.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez jî daxwaza rawestandina firotina çekên Amerîkî bo Erebistana Siûdî kir.

Herwiha endamên Kongreya Demokrat xwe amade dikin ku pêşnûmeqanûnek derbarê Erebistana Siûdî têxin rojeva Kongreyê.

Riyad li pêşberî helwesta biden şaş maye

Erebistana Siûdî wek serokê OPEC ê tê binavkirin.

Tê diyarkirin ku biryara kêmkirina petrolê wê bi kêrî Rûsyaya ku di fînansekirina şerê li Ukraynayê de zehmetiyan dibîne were.

Rêveberên Siûdî jî dibêjin ew li pêşberî helweta Amerîka tenê matmayî mane.

Riyad: Têkliya me bi Amerîka re stratejîk e

Back to top button