Tevî hewldanên astengkirinê jî Rûsya beşdarî civînê bû

Li Endonezyayê, civîna G-20’an îro destpêkir. Rojeva ku mohra xwe li civînê da şerê Ukraynayê bû. Û tevî banga Amerîka û gelek welatên din ên astengkirinê jî Rûsya beşdarî civînê bû.
Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Lavrov îdîa kir ki wan bi êrişa li dijî Ukraynayê, hewldana tevlîbûna wê nava NATO asteng kirin.

Li Girava Endonezyayê Balî, civîna welatên Koma G-20’an destpêkir.

Beriya civînê, di serî de Amerîka, gelek welatan bang li rêveberiya Endonezyayê kir da ku tevlîbûna Rûsyayê asteng bike.

Li gorî van welatan sedema vê daxwazê, êrişa li dijî Ukraynayê bû.

Lê tevî vê yekê ev daxwaz bicih nehat, û Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov, beşdar bû.

Di çarçoveya xebatên civînê de, Lavrov daxwaz ji wezîrê Amerîkayê Antony Bilînken kir da ku rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.

Lê ev yek ji aliyê Bilînken ve hate redkirin.

Li gorî derdorên Amerîkan, Bilnîken gotiye, di rewşekê de ku êrişên li dijî Ukraynayê dewam dikin, wê ti hevdîtinê li gel aliyê Rûs nekin.

Tevî vê hekê wezîrê Amerîkî bang li Rûsyayê kir ku Mosko rê dawî li destwerdana egnimê Ukraynayê bîne.

Li ser vê helwestê Lavrov daxuyaniyek da û got;

Em weke Rûsya ne mecbûrin bi dûv Amerîkayê bikevin.

Têkildarî mijara genim jî wezîrê karê derve ê Rûsyayê got;

Ji bo vekirina korîdorê derbaskirina genim, Rûsya amadeye li gel Ukrayna û Tirkiyê kom bibe.

Ji bo vê jî lazime Ukrayna, mayên li bin deryayê yê di rêya keştiyan de hatine bicihkirin, bêne rakirin.

Back to top button