Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq eşkere kir ku mehane 150 malbatên Iraqê ji Kampa Hol a li Rojavayê Kurdistanê vedigerin Iraqê.
Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq di daxuyaniyek de eşkere kir ku mehane 150 malbatên Iraqî ji nava Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vedigerin Iraqê.
Li gor amarên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, hejmara malbatên ku ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê heta Cotmeha 2022’an gihiştibûn 925 malbatan.
Wezîra Koçberan a Iraqê diyar kir ku piştî ew malbat ji Kampa Holê vedigerin, li Kampa El Cede ya dikeve li parêzgeha Musilê tên bicih kirin.
Piştî karûbarên wan ên ewlehî û pêwîst tên kirin, ew ji kampê derbasî ser cih û warên xwe dibin.