Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û Şêrewa topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker daristanê gundê Aqîbê, Saxonekê, Hîrşê Saxonekê, derdora gundê Zîraîtê, Meyasa û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbarankirin.

Her wiha Balafirgeha Minix, gundê Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê jî hatin topbarankirin.

Di encamê de 454 topên obîs, hawan û tankan li mal û zeviyên xelkên van herêman ketine.

Beriya niha bi çend saetan jî dagirkeran gundên Elqemiyê, Meranez, Tat Meraş, Şewarqa, Malikiyê û Irşadiyê yên navçeya Şera topbaran kirin.

Li gorî agahiyan û 190 topên obîs û hawanan li van gundan ketine.

Di heman demê de nuqteyekê hêzên hikûmeta Şamê jî hat hedefgirtin.

Heta niha jî tevgera balafirên keşfê li ser herêmê hene.

Back to top button