Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wê dest bi hinardekirina neftê bikin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku dibe îro yan jî sibe dest bi hinardekirina nefta Herêma Başûrê Kurdistanê were kirin.

Li gor medya YNK’ê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh di civîna li gel Komisyona Darayî ya Parlementoya Iraqê de diyar kir ku îro yan jî sibe dest bi hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê bikin.

Her wiha hat gotin ku Sûdanî diyarkiriye ew li gel Tirkiyê li ser mijarê gihiştine ji hev têgihiştinê.

Hêjayî bibîrxistinê ye Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku êdî Başûrê Kurdistanê bêy destûra hikûmeta Iraqê neftê hinardeyî Tirkiyeyê neke.

Beriya biryarê Başûrê Kurdistan rojane nêzî 450 hezar bermîl neft dişand ji bo Tirkiyê.

Back to top button