Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar û 200 bûyerên tundiya li ser jinan ku bi destê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hatine belge kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema Efrîn dagirkirine heta niha weke kuştin, revandin, îşkencedan, koçberkirina bi darê zorê, dizî û talankirin hemû cûreyên binpêkirinê li dijî sivîlan û bi taybet li dijî jinan pêk tînin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha zêdeyî hezar û 200 bûyerên tundiyê li dijî jinan pêk anîne.
Ji wan 40 kuştin, 60 destdirêjî, 100 tundiya fîzîkî û zêdeyî 1000 bûyerên revandina bi darê zorê pêk hatine.
Li gorî van daneyan di encamên tundiyê de, 5 jinan dawî li jiyana xwe anîne.
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Hêhan Elî ji ANHA`yê re axivî û diyarkir ku ku ji sedî 30 bûyerên tundiya li ser jinan li Efrînê hatine belgekirin.
Hêhan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk qanûnên tund li dijî azadiya jinê ferz dikin û bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kir ku li hemberî binpêkirin û tundiya li ser jinê bikevin nav tevgerê.