KJK: PKK têkoşîna azadiyê bi berxwedana jinê mayînde kir

Koordînasyona KJK 41. salvegera PKK pîroz kir û destnîşan kir ku PKK têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê bi berxedana jinê mayînde kir.
KJK got, “PKK weke partiyeke jinê rihê azadiyê li hemû cîhanê belav kir.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan-KJK derbarê 41. salvegera damezirîna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku PKK bi hêza xwe ya cewherî xwe gihandiye îro û jiyana hevbeş ya gelan girîng dît.

KJK da zanîn ku PKK li ser berxwedana deh hezaran şehîdan, Rêber Apo, jinan û gelan mezin bûye û li dijî hemû polîtîkayên qirkirin, dagirkeriyê têkoşiyayê û weha got:

KJK: PKK WEKE PARTIYEKE JINÊ, RIHÊ AZADIYÊ LI CÎHANÊ BELAV KIR

“Gelê Kurd û jinên Kurd bi têkoşîna PKK’ê xwe, dîroka xwe û nasnameya xwe pênase kirin, li xaka xwe xwedî derketin û bi têkoşînê vejînek afirandin. Kurd, bi berxwedana xwe ya bi rûmet weke tevgereke gerdûnî ji aliyê hemû gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin.”

Koordînasyona KJK destnîşan kir ku PKK têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê bi têkoşîna jinê mayînde kir û weke partiyeke jinê rihê azadiyê li hemû cîhanê belav kir.

Koordînasyona KJK her weha anî ziman ku bi têkoşîna PKK’ê re, li Kurdistanê rihê yekîtiya netewî jî ji nû ve hatiye afirandin û îro gelê Kurd bi ti awayî polîtîkayên qirker qebûl nake û bi paradîgmaya Rêber Apo pêşengiya rizgariya mirovahiyê dike.

KJK di dawiya daxiyaniyê de weha got:

“Jiyana alternatîf a gelan bi têkoşîna azadiya jinê tê geşkirin û weke dendika PKK’ê li ser xaka Rojhilata Navîn wê mezin bibe. Em bang li hemû gelê Kurd, li jinan û gelên cîhanê dikin ku bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bibin û mezin bikin.”

Leave a Reply

Back to top button