Herzî Halevî: Divê Hizbullah bedelê giran bide

Bi destpêkirina şerê Îsraîlê li dijî Xezayê ya 7’ê Cotmehê Hizbullah jî ji hêla xwe ve êrîşî Îsraîlê dike.
Di êrîşên dawî de Hizbullah balafirên bê mirov a Îsraîlê xistiye xware û li hin herêman êrîş pêk anîne.
Li ser vê yekê Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halevî li sînorê Lubnanê serdana Fermandarê Bakur Ori Gordin kir.
Herzî Halevî gef li Hizbûllahê xwar û got: “Hizbûllah biryar daye ku şer bike û divê li hemberî êrîşên xwe bedelê giran bide”

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halevî gef li Hizbûllahê xwar.

Herzî Halevî anî ziman ku Hizbullah a Lubanê biryar daye bikeve şer û ji bo vê jî bedelên giran bide.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê ku li ser hesabê medya civakî parvekirine Halevî li heremê sînorê Lubnanê ku Hizbûllah êrîş pêk aniye, serdana Fermandarê Bakur Ori Gordin kiriye.

Herzî Halevî: Hizbullah biryara şer daye

Halevî di axaftina xwe de wiha dibêje:

“Hêzên ku li wir bi cîh bûne çavdêriya dijmin dikin û êrîşê dikin.

Hizbullah ji şeva 7’ê Cotmehê biryar daye ku şer bike.

Ew jî tê wateya ku dê li hember êrîşên xwe bedelên giran bidin.”

Herzî Halevî:: Li sînorê Lubnanê komkirina istixbaratê zêde bikin

Halevî destnîşan kir ku li sînorê Lubnanê komkirina îstîxbaratê zêde bikin û got:

“Pêşîn divê dijminê xwe cidî bigrin û li wir astengiyeke xurt ava bikin.”

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji axa Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê 20 moşek hatiye avêtin.

Di daxuyaniya Hizbullahê de jî hatibû gotin li dijî baregeha Meron a Kontrola Hewayî ya Leşkerî hejmarek zêde moşek hatiye avêtin.

Bîlançoya windahiyên Hizbullah û Îsraîlê

Di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve hejmarê windahiyên du alî wiha ne:

212 endamên Hizbullah, 11 endamên Emel, 12 endamên Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, 12 endamên Tevgera Hemasê û 43 sivîlên Lubnanî, 1 leşker, 2 efserên ewlekariya Lubnanî, 6 sivîlên Îsraîlê û 11 leşkerên Îsraîlê mirine.

Li Konseya Ewlekariyê ya NY li ser Xezayê civîn pêk hat

Back to top button