Artêşa Rûsyayê bajarokê Severnî ya Ukraynayê jî bidest xist

Artêşa Ukraynayê li hember êrîşên dijber ên Rûsyayê heremên di destê xwe de winda dike.
Artêşa Ukranî piştî Avdîka, Lastockînê bajarokê Severnî jî vekişiya.
Dewletên Ewropî û endamên NATO’yê hewl didin Ukraynayê li ser piyan bigirin.
Her wiha ji bilî şandina cebilxane, milyar dolaran, niha şandina leşkeran di rojeva cîhanê de ye.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku bajarokê Severnî ya nêzî Avdivkayê bi dest xitine.

Wezareta Parastina Rûsyayê li ser Telegramê daxuyanî da û bidestxistina bajarokê Severnî ji piştrast kir.

Berdevkê Artêşa Ukraynayê Dmytro Lykhovy jî da xuyakirin hêzên Ukranî ji bajarokên Severnî û Stîpovî vekişiyane.

Dmytro Lykhovy diyar kir ku li Severniyê şerê dijwar rû daye û Rûsyan windahiyên giran dane.

Êrîşên domdar yê artêşa Rûsî

Her wiha artêşa Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsî hewl didin ber bi bajarokê Chasiv Yar a nêzî Bahmut a rojhilatê Ukraynayê pêş de biçin, bo vê şerê dijwar rû didin.

Li aliyê din Wezîrê Karê Hundirîn a Ukraynayê Igor Klimenko daxuyaniyek da.

Klimenko da zanîn ku Rûsan li mezrayeke li herêma Sumî ya bakur-rojhilatê Ukraynayê topbaran kirine.

Igor Klimenko ragihand ku di topbaranê Rûsan de 2 polîs mirine û 4 polîs jî birîndar bûne.

Parlamentoya Ewropî alîkariya 50 milyar avro bo Ukraynayê erê kir

Parlamentoya Ewropî di civîna licneya giştî de ji bo alîkariya 50 milyar avro bo Ukraynayê dengdan hat dayîn.

Di dengdanê de 536 parlamenter dengê erê dan, 40 jî na û 39 bê alî man.

Li gor dengdanê alîkariya malî ya ji bo Ukraynayê hat erêkirin.

Koreya Bakur ji Rûsyayê re 6 hezar 700 konteyner cebilxane şand

Li gorî hikumeta Koreya Başûr, Koreya Bakur li beramberî şandina hejmarek zêde cebilxane ya bo Rûsyayê alîkariya xida dîstîne.

Wezîrê Parastina Koreya Başûr Shin Wonsik di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Koreya Bakur ji meha Tîrmehê ve bo Rûsyayê 6 hezar 700 konteyner cebilxane şandiye.

Nîqaş û gefên şandina leşkeran bo Ukraynayê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe yê konferansa piştgirya bo Ukraynayê de gotibû ixtîmal heye ku ji Ukraynayê re leşker bê şandin.

Li ser vê yekê li Rûsyayê rêveberiya Kremlîn bersiv da nêrînin Macron û got:

“Heger endamên NATO’yê ji Ukraynayê re leşker bişînin dê di navbera NATO û Rûyayê de şer pêk werin.”

Amerîka û Almanya dê leşker neşîne

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz (olaf şolz) li hember nêrînên Macron a şandina leşkeran derket û got:

“Dê yekîneyên bejayî, leşkerên ji aliyê dewletên Ewropayê û yên NATO’yê ve li ser axa Ukraynayê neyên şandin.

Leşkerên li welatên me wezîfedar in dê bi awayekî aktîf beşdarî şer nebin.”

Rayedarekî ya Qesra Spî di daxuyaniyê xwe de anî ziman ku plana Amerîka şandina leşkeran bo Ukraynayê tune ye û yekîneyên NATO’yê jî dê ji bo şerê li Ukraynayê neyên şandin.

Artêşa Ukraynayê piştî Avdîvka herema Lastockînê jî vekişa

Back to top button