Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de têkliyên aborî xurt dibin

Îsraîlê biryar da ku li Tirkiyeyê ofîsa xwe ya aboriyê ji nûve veke.
Tirkiye çaremîn mezintirîn şirîkê bazirganiyê yê Îsraîlê ye.

Wezîra Aborî û Pîşesaziyê yê Îsraîlê ragihand ku wan li Tirkiyeyê Ofîsa Aboriyê vekirine.

Ofîsa ku li Stenbolê ye, piştî sê salên girtîmayî di 1’ê Tebaxê de ji nûve hate vekirin.

Wezîr Orna Barbivay got,

“Ofîsa Aboriyê ji bo xurtkirina têkiliyên bi Tirkiyê re wê bi roleke navendî rabe ku Tirkiye ji bo Îsraîlê hevkarekî girîng e.

Wê piştgiriyê bide îxracata Îsraîlê, derfetên kar biafirîne û tevkariyeke girîng li berfirehkirina bazirganiya herdu aliyan bike.”

Wezîra Îsraîlî diyar kir ku ji nûve vekirina Ofîsa Aboriyê nîşaneya soza ji bo kûrkirina têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyê re ye.

Tirkiye çaremîn girîngtirîn hevkarê bazirganiyê yê bi Îsraîlê re ye.

Di îxracata sala 2021’ê de weke navnîşana pêncemîn bal kişand.

Li gorî Îdareya Bazirganiya Derve ya Îsraîlê, bazirganiya sala 2021’ê ya navbera Îsraîl û Tirkiyê, li gorî sala 2020’î ji sedî 30 zêde bû û gihîşt asta 7.7 milyar dolarî.

Back to top button