“Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn e”

Ev 25 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin û tecrîda giran a li Îmraliyê didome.
Derbarê tecrîda li ser Rêber Apo de şênî û malbatên şehîdan ên navçeya Dêrik a girêdayî kantona Qamişloyê axivîn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Elî got:

“Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn e.

Dewleta Tirk zêdetirî 25 sal in ji ber tirsa ji felsefeya rêbertî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dişidîne.”

Elî bang li CPT′yê kir ku bi erkên xwe yên li hember Rêber Apo rabe, dawî li tecrîdê bîne.

Welatiya bi navê Rewşen Reşîd jî siyasetên CPT′yê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir.

Rewşen Reşîd: “Têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ya sereke ye.”

Welatiyê bi navê Salih Îsmaîl jî bang li her kesê kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.

Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşek li dar xistin

Back to top button