Îbrahîm Qeftan: Bi avakirina Sûriyeyekî ne-navendî ve wê yekîtiya gelên Sûriyê pêk bê

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku bi avakirina Sûriyek ne-navendî, wê yekîtiya gelên Sûriyê misoger bibe û projeya dewleta Tirk a parçekirinê vala were derxistin.

El-Qeftan diyar kir ku di navbera gelên Sûriyê yekîtî heye, lê hin alî bi hişmendiya netewperestî û olperestiyê dixwazin vê yekîtiyê têk bibin.

El-Qeftan destnîşan kir ku bi avakirina Sûriyek ne-navendî ve, wê hewldanên parçekirina gelan were pûçkirin.

Îbrahîm Qeftan: Dewleta Tirk bi îslam siyasî ve dixwaze heremên Ereban dagir bike

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi siyaseta parçekirinê û bikaranîna îslama siyasî, dixwaze carek din desthiladariya xwe li herêmê ferz bike.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo hebûna hemû pêkhateyên were parastin divê yekîtiya gelan were misogerkirin.

Back to top button