Li Yemenê serçeteyên El-Qaidê bi operesyonekê hat kuştin

Serçetey El-Qaidê li Yemenê Qasim El-Rêmî, bi operesyoneke hêzên Amerîkî, hat kuştin.

Duh balafirên Koalisyonê li Yemenê rêze-operasyon li dijî bargeh û kampên perwerdeyê yê girêdayî Milîsên Hûsî li Seanayê û Hudîda pêk anîn.

Di operasyonekê de, maleke çeteyên E-Qaidê yê Rojhilatê bajarê Miraba li Yemenê, hat topbarankir.

Hat tesbîtkirin ku Serçeteyê El-Qaidê Qasim El-Rîmî, di wê malê de bû û hat kuştin.

Serçetê El-Qaidê Qasim El-Rîmî ku bi navê Ebû Hureyra El-Senanî karê terorê dikir, ji aliyê Erebî û Navdewletî dihat xwestin.

18’ê cotmeha 2018’an, Wezareta Derve ya Amerîkayê raghand ku yê li ser cihê Qasim agahiyan bide wan wê
10 Milyon dollar, bide wan.

Back to top button