Donald Trump: Me qedexeya bikaranîna mayinên antî-personel rakir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan biryara qedexekirina bikaranîna mayinên antî-personel (dijmirov) rakir.

Qedexeya bikaranîna mayinên antî-personel (dijmirov) a ku Serokê Amerîka yê berê Barak Obama sala 2014’an ragihandibû, hat rakirin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, artêş dikare van mayînên ku ji dûr ve tên kontrolkirin, di rewşên awarte de bi kar bîne.

Her wiha Qesra Spî destnîşan kir ku ev mayin heta 30 rojî an jî 48 saetan eger neyên bikaranîn, dikarin xwe tune bikin.

Artêşa Amerîkayê sala 2002’an li Efganistanê mayinên antî-personel (dijmirov) bi kar dianîn.

Back to top button