Li Efrînê destdirêjiya li dijî zaroka 10 salî

Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan der barê sûcê tecawizkirina zarokeke 10 salî li Efrîna dagirkirî de daxuyanî da û got:

“Kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin encama zihniyeta paşverû ya dewleta Tirk e ku îslama siyasî ji bo rewakirina kiryarên xwe bi kar tîne.

“Sekna saziyên navneteweyî pêşiya sûcên bi vî rengî vedike”

Ev kiryar bi carekê ji îslamê dûr in.

Tevî ku ev sûc bi awayekî rojane tên kirin, lê dîsa jî saziyên navneteweyî û yên mirovî tu helwestên cidî nîşan nedan, ev jî nîşan dide ku ew rê li ber pêkanîna van sûcan vedikin.

Em van kiryaran nexasim ên li dijî jin û zarokan bi tundî şermezar dikin û em bang li aliyên berpirs dikin ku van kiryaran eşkere bikin û hikumeta AKP’ê ji ber siyasetên wê ceza bikin.”

Emîne Hesen: Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku rê li van kiryaran bigrin

Back to top button