Amerîka firotina patroit a bo Erebîstana Siûdiyê erê kir

Riyad û Washingtonê sala bê dest bi plansaziya tetbîqata ‘Silava Bazê’ kirin.
Di vê çarçoveyê de, Amerîka firotina moşekên patroit bo Erebîstana Siûdî erê kir.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê destnîşankirin ku 300 moşekên balîstîk ên Patriot bi cureya MIM-104E yên bi bihayê 3 milyar dolarî ji Erebistana Siûdî hatiye erêkirin.

Û 96 pergalên moşekên THAAD yên bi bihayê 2,2 milyar dolarî bo Îmaratê jî hatiye erêkirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku tevî moşekan wê pergalên wê yên pêwist jî werin dayîn.

Rêveberên Pentagonê gotin, peyman wê hêza Siûdî ya li hember gefên heyî û paşerojê baştir bike.

Tetbîqatên “Silava Bazê” ji sala 1999’an ve tê lidarxistin.

Di tetbîqatê de perwerdehiya leşkerî li ser senaryoyên curbecur ên wekî xurtkirina parastina esmanî, têkoşîna li dijî pergalên balefirên bêmirov, ewlehiya sînor, operasyon û koordînasyonê pêk tê.

Back to top button