DAYÎKÊN AŞTIYÊ LI BER DERIYÊ ASAYÎŞÊ ÇALAKIYÊN XWE DEWAM DIKIN

Dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê dewam dike. Li dijî vê dorpêçê dayikên aştiyê xwestin bi berpirsên asayîşa PDK’ê re bicivin. Lê dayik ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatin asteng kirin. 

 

Ev 47 roje dorpêç li ser wargeha penaberan a Mexmûrê dewam dike.

Dayîkên aştiyê yên wargeha penaberan a Mexmûrê, xwestin bi rayedarên Asayîşa Hewlêrê re bicivin, da ku daxwazên xwe pêşkêş bikin.

Lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin û ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatin asteng kir.

Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê xala kontrolê re hevdîtinekê bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayîkan kirin.

Li ser vê yekê dayîkan jî li ber asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Hevseroka Şaredariya wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla İlhan axivî û got.

Asayîşa PDK’ê êrîşî me kirin da ku em çalakiya xwe bidawî bikin.

Lê em çalakiya xwe bi dawî nakin.

Sibe wê hevdîtinek bi Wezareta Navxweyî re pêk were û şandeyek ji mexmûrê tevlî hevdîtinê bibe..

Leave a Reply

Back to top button