Şewatên Hawaîî: 99 kes mirine, 1300 kes winda ne

Li cîhanê felatên şewat û barana zêde yek li pey ya din tê.
Ji ber şewata li eyaleta Hawaîî ya DYA jimara kesên mirî gihişt 100’î.
Şemitîna axa li Hindistan û bagera li Japonya jî bîlançoyek giran li pey xwe hişt.

Bîlançoya şewata li eyaleta Hawaîî ya DYA her diçe girantir dibe.

Waliyê Hawaîî Josh Green diyar kir ew li bendê ne ku rojê di navbera 10 û 20 cenazeyan de bibînin.

Ji ber şewata heyî heta niha 99 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hezar û 300 kes jî winda ne.

Green ragihand dibe ku heya 10 rojan xebatên lêgerînê bidome.

Tîmen lêgerînê ji bo lez bidin xebatên xwe 20 kûçikên keşfê yên din jî anîne herêma şewatê.

Lê heta niha tenê ji sedî 25’ê herêmê lêgerîn tê kirin.

Hat destnîşankirin ku tesbîtkirina cenazeyên şewitî jî dibe ku demeke dirêj bidome.

Li gorî çavkaniyên herêmî dibe ku jimara miriyan gelekî zêdetir be.

Ji ber ziyana şewatê niha li giravê bi hezaran kes bê mal mane.

Li Hindistanê ji ber barana zêde herî kêm 65 kes mirin

Hemwextî şewata li DYA li Hindistanê jî barana mûsonê rê li felaketê vekir.

Li herêma Hîmalaya ji ber barana zêde lehî rabû û ax şemitî.

Herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest da û 13 jî winda ne.

Her wiha gelek mal di bin avê de man û jiyan teviziye.

Di nava 2 hefteyan de bêtirî 100 kes mirin

Gelek dibistan û saziyên din ên perwerdehiyê hatin girtin.

Gelek kes ber bi herêmên ewle ve hatin veguhestin.

Li aliyê din bahoza ku hemwextî baranê hat ziyanek mezin da çandiniyê.

Li Hindistanê ji ber baranên mûsonê di nava du hefteyan de bêtirî 100 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Japonya bahoza xanûn: 20 kes birîndar bûn

Li Japonyayê jî ji ber barana zêde û bahoza Xanûnê 20 kes birîndar bûn.

Bahoza Xanûn ku danê sibê xwe gihand Nîvgirava Kii li gelek deverên welêt qelibî.

Rayedaran ragihandin ku ji ber bahozê bi tevahî 20 kes birîndar bûne.

Li seranserê welêt 800 seferên hewayî û tirênê hatin betalkirin.

Bêtirî 30 hezar mal bê kehrebe man.

Di nava 2 hefteyan de 2 kes mirin, 60 kes jî birîndar bû

Ji ber bahoza Xanûn a ku nêzî 2 hefte li Japonyayê bi bandore, heta niha 2 kes mirine û 60 kes jî birîndar bûne.

Li gelek deveran ziyanên madî çêbûn.

Back to top button