Li eyaleta Hawaîî ya DYA bîlançoya şewata hefteyeke didome giran dibe.
Jimara kesên ji ber şewatê mirîn, derket 96’an.
Şewatê herî zêde bandor li herêma Lahainay ya weke giraveke dîrokî tê dîtin kir.
Xebatên tîmên agirkujiyê li herêmê didomin.
Ji ber bandora zêde ya şewatê fikar hene ku bîlançoya miriyan girantir bibe.
Heta niha cenazeyê 96 kesî hatiye dîtin.
Hewaîî weke herêma karesatê hat ragihandin
Ji ber şewata daristanên ku roja Sêşemê li girava Mauî dest pê kiribû û bibandora bagera Dorayê belav bû, bû sedema bêtirî 14 hezar geştiyar ji herêmê werin veguhestin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden Hawaîî wekî herêma karesatê ragihand û bi vî rengî rê li ber alîkariya federal a ji bo giravê vekir.



