Li Polonyayê qedera koçberan di referandûmê de ye

Di Cotmeha pêş me de li Polonyayê hemwextî hilbijartinên heyî wê welatî ji bo biryara koçberên qaçax jî biçin ser sindoqê.
Polonî dê di referandomê de birya bidin ka piştgirî didin bi hezaran koçberên neqanûnî an na.
Koçberên di mijara nîqaşê de ji Rojhilata Navîn û Afrîka yê ne.

Di Cotmeha 2023’an de welatiyên Polonyayê wê hemwextî hilbijartinên heyî ji bo biryara koçberên qaçax jî biçin ser sindoqê.

Partiya desthilatdar a Polonyayê ji hilbijêran daxwaz dike ku li ser ”Plana Jinûve Bicihkirinê” ya Yekîtiya Ewropayê helwesteke neteweyî nîşan bidin.

Pirsa referandûmê: Hûn piştgirî didin hatina koçberan an na?

Polonî dê di referandûmê de birya bidin ka piştgirî didin bi hezaran koçberên ne-qanûnî an na?.

Koçberên ku niha di mijara nîqaşê de ye; ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê berê xwe didin Polonyayê.

Serokwezîr Mateusz Morawiecki pirsa ku dê di referandûmê de bê kirin bi dîmenekî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir û got:

“Hûn piştgirî didin qebûlkirina bi hezaran koçberên neqanûnî yên ji hêla biryara Ewropî ve hatî danîn an na?”

Lê Partiyên opozîsyonê referandûmê rexne dikin û rast nabînin.

YE ji bo aloziya koçberan li çareseriyan digere

Plana parvekirina berpirsyariya koçberên qaçax di Hezîrana 2023’an de ji aliyê wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê ve hatibû qebûlkirin.

Li gorî vê yekê, divyabû ku hemû welat bi berpirsyartî tev bigerin.

Ji ber ku sîstema penaberiyê ya Ewropayê 8 sal berê hilweşiya niha hewildanên peyda-kirina çareseriyeke nû di rojeva YE de ye.

Ji wê demê ve 27 welatên Yekîtiya Ewropî ji bo çareseriya aloziya heyî nîqaş dikin.

Lewm niha hikûmeta Polonya bi YE re di nav nakokiyê de ye.

Back to top button