Ji Rêveberiya Kampên Rojava nameyeke ji jinên Êzidî re hat şandin

Li ser navê Rêveberiya Kampên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê nameyek ji jinên Êzidî re hat şandin.
Di nameye de êşa ku civak û jinên Êzidî kişandine hat parvekirin û hate gotin, em heta dawî bi gelê xwe yê Êzidî re bin û koka xwe biparêzin.

Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo fermana Şengalê tên lidarxistin de nameyek ji jinên Êzidî re hat şandin.

Ev name ji aliyê rêveberiya kampên Rojava ve pêk hat.

Di nameyê de hate gotin, li ser navê kampa Newroz, kampa Serêkaniyê û Waşokanî, bi taybetî jî bi navê Rêveberiya Kampa Roj û Holê em silav û hezkirinên xwe ji zarokên yekrojî heya pîrên haftê salî ên Êzidî re dişînin.

Em fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku bi serê gelê me yê Êzidî de hatiye şermezar dikin.

Tevahî hêzên ku di vê fermanê de cih girtine ew hêz in ku Rêber Apo di Îmraliyê de digrin.

Ên ku jinên me, dayik û xwişkên me li bazaran difiroşin ew hêz bi xwe ne.

Di nameya de behsa êşên ku jin û civaka Êzidî kişandine hat kirin û bi van gotinan erk û soza li hemberî jinên Êzidî hat vegotin

Yên herî zêde di ferqa rastiya vî dijminê qirker de ne, jin ciwan û civaka me ya Êzidî ne.

Her keçeke Êzidî em dema ji kampa Holê xilas dikin her çiqas bi êş jî be ew ji bo me dibe cihê kêfxweşiyê û serfiraziyê ye.

Cihê hesabxwestinê û em vê hesabxwestinê weke erkeke xwe ya mirovî dibînin û heta dawî em ê bi gelê xwe yê Êzidî re bin û koka xwe biparêzin.

“Kampa Newroz hem ji êşên me re hem ji têkoşîna me re şahidî kir”

Her wiha li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ jî Rîham Heco axivî spasiya Rêveberiya Kampan kir û got:

Weke jin êşa me hemûyan yek e û dijminê me jî yek e.

Di heman demê de hêza me yek e û xwîna me ketiye nava hev de.

Em bi nameya we gelekî kêfxweş bûn. Vê nameyê moral û hêz da me.

Kampa Newroz hem ji êşên me re hem ji têkoşîna me re şahidî kir.

Wê ew kamp her dem weke çavkaniya manewiyat, xweparastin, naskirin û rêxistinkirinê di bîr û dilê me de bimîne.

Back to top button