Bi saya berxwedana Bêrîtan û Zîlanan jin di Rojava de beşdarî hemû qadên jiyanê bûn

15’ê Tebaxê ji bo jinan bû destpêka têkoşîna hebûnê. Tevlêbûna jinan a li têkoşîna çekdar, bi demê re geşbûna artêşa jinê, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke pêşî bû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di asta şoreşa jinê de jin beşdarî hemû qadên jiyanê bûn û xeta fedayî ya Bêrîtan û Zîlanan şopandin.

15’ê Tebaxa 1984’an wateya serdemeke nû ya têkoşînê.

Cejina Vejîna Neteweyî..

Gerîlayê azadiyê li çiyayên Kurdistanê zêdeyî 39 sal in bi awayekî bêhampa têdikoşe.

Ev têkoşîn xwedî artêşeke şehîdan a bi deh hezaran e.

15’ê Tebaxê ji bo jinan jî bû destpêka têkoşîna hebûnê.

Di şerê li Kurdistanê ya ku di serî de xwestin dest danîn ser jin bû.

Tevlêbûna jinan a li têkoşîna çekdar, bi demê re geşbûna artêşa jinê, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke pêşî bû.

Li dijî polîtîkayên faşîst a dewleta Tirk ku her demê jin kirine hedefa sereke, jin bi tevlêbûn û berxwedana xwe, ji bo hemû jinan re bûye pêşenga berxwedanê.

Ev têkoşîna bi pêşengiya Rêber APO zêdeyî 39 salin dewam dike ku pirsgirêka kurd raxist ber çavan û şoreşa vejînê pêk anî.

Agirê berxwedanê ku bi Fermandar Egîd (Masûm Qurqumaz) destpêkir, bi xeta Bêrîtanan de berxwedana jinê û bi zîlanan re jî xeta fedayetiya jinê afirand û her demî bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di asta şoreşa jinê de jin beşdarî hemû qadên jiyanê dibin.

Tarîtiya DAIŞ’ê ku mirovahî tev xiste metirsiyê bi rihê 15’ê Tebaxê di salvegera wê de li Minbicê hat têkbirin.

Berdeya reş li ser bi hezaran jin û zarokan hat rakirin.

Bi vê awayî 15’ê Tebaxa 2016’an rizgarkirina Minbicê li tevahî cîhanê hat pîroz kirin.

Li hemberî faşîzma dewleta Tirk ya qirker, Sekna fedaîyane ya gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê tê jiyînkirin berdewamiya rihê 15 Tebaxê ye.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê, bi vê zanebûna erka dîrokî bi rihê berxwedêr careke din ji cîhanê re îspat kirin ku yekane rêya azadî û serkeftinê bi pêşxistina xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî dikare pêkan bibe.

Back to top button