Şerîfe nexweşên Şeqîqa bê pere derman dike

Şerîfe El-Hisênî ev 50 salin hewl dide asta êşa nexweşên şeqîqa sivîk bike. Ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye û hewl dide bê pere alîkariya nexweşan bike.

Şerîfe Ehmed El-Hisênî li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Ji ber zilm û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan, neçar man tevî bi hezaran malbatên Kurd koçber bibin û li gundê Biyan Dor ê girêdayî navçeya Tirbespiyê bi cih bibin.

Niha jî Şerîfe li Qamişlo dimînin.

Şerîfe dayîka 5 kur û 2 keçan e, Kurê wê Mihemed Ehmed di pêngava Cezayê de şehîd bûye.

Piştî wefata hevserê wê, barên malbatê li rex xwedîkirina zarokan hildigire.

Şerîfe ya 82 salî pîşeya dermankirina nexweşiya Şeqîqa ji bav û metika xwe wergiritiye.

Şerîfe di nav şêniyên herêmê de deng vedide û nexweş ji tevahiya deverên herêma Cizîrê bi hêviya başbûna ji nexweşiyê diçin cem wê.

Şerîfe nexweşên Şeqîqa di dirêjahiya sê rojan de bi zêtên xwezayî mîn zêta zeytûnê derman dike.

Şerîfe têkildarî nîşaneyên nexewşiyê û rêyên dermankirinê got:

Di dirêjahiya salên ku ez nexweşan derman dikim, sedema vê nexweşiyê ne diyar bû.

Zanyar ev nexweşî bi guhertinên ku di mejî de çêdibin û sedemên wîrasî ve girê didin.

Şerîfe diyar kir ku ez nexweşan bê pere derman dike ev jî bala gelekan dikişîne û dibêje:

Ez şîret li nexweşan dikim ku ji westan, şewqên zêde û guhertina rewşa hawayê dûr bikevin.

Destpêkê êş sivik e lê piştre giran dibe, ji aliyek serî diçe aliyê din, hin caran nexweş pê dihese ku êş di tevahiya serî de ye.

Back to top button