Kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, hîna li Sûriyê dawî lê nehatine, heman kirinan li Lîbyayê jî pêk tînin. Çeteyan 2 jinên LÎbî revandin, destdirêjî li wan kirin û ew kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, dîmenê jineke Lîbî par ve kir.
Di dîmen de, ev jin binpêkirinên li dijî jinên Lîbî eşkere dike ku li gorî wê çeteyên Sûrî yên Tirkiyê ew şandine wir, 2 jin revandine.. destdirêjî li wan kirine û piştre tazî û kuştî hatine dîtin.
Ev jin diyar dike ku çeteyên Tirkiyê bêserûber êrîşî malên Lîbiyan dikin û jinan direvînin.