Wê dergeha Sêmalka ji 30’ê Gulanê heta 4’ê Hezîranê vekirî be

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê bi daxuyaniyekê biryara derbasbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li herêma Başûrê Kurdistanê da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên çûne serdana başûrê Kurdistanê kirine û ji ber vîrûsa Coronayê li wir asê mane dikarin vegerin.

Rêveberiya dergehê anî ziman ku wê deriyê Sêmalkayê ji 30’ê Gulanê heta 4 Hezîranê ji bo vegera şêniyan vekirî be.

Dergeha Sêmalkayê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.

Di çarçoveya tedbîrên li dijî nederbasbûna vîrûsa Coronayê de rêveberiya dergehê çûn û hatina li herêmê qedexe kiribû.

Back to top button