Erdheja li Bakurê Kurdistanê..Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî derket 50.339’an

Jimara kesên di erdheja li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 50 hezar û 339.
Hemwextî vê rêxistinên navnetewî bi raporan piştrast kirin ku li herêmên erdhejê polîsan êrişî mexduran kirine û tundî pêk anîne.
Ne tenê ev, keseke ji aliyê polîsan ve hatî binçavkirin bi êşkenceyê hatiye kuştin.

Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.8 û 7.6 li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat.

Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyê kir.

Di encamê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes birîndar bûn.

Ji bilî wan bi sed hezaran kes di bin sermaya zivistanê de li derve bê nan û av man.

Wezîrê Karê Hindir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 50 hezar û 339 kesan.

Her wiha ragihand ku eşkerekirina nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dayîn dewam e.

Li herêmên erdhejê îdiayên êşkenceyê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan rapora xwe ya hevpar a der barê îdiayên êşkence û danûstandinên xerab a li herêma erdhejê bi raya giştî re parve kirin.

Li gor tesbîtên rêxistinên mafên mirovan, kesên bi îdiaya gumana wan di dizî û talankirinê de heye, hatine êşkencekirin an jî gotinên xerab ji wan re hatine kirin.

Hat ragihandin ku kesekî êşkence lê hatiye kirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di hin rewşa nde, kesên ji pêkanîna qanûnê berpirsyarin bê helwest mane û rê li ber sûcdaran negirtin e.

Amnesty International û Human Rights Watch bi 34 kesan re der barê 13 bûyerên êşkence û danstandinên xerab de hevpeyvîn pêk aniye.

Rêxistinan diyarkirin ku jandermeyan gef li hinek kesan jî xwariye.

Ji rêxistinên navnetewî banga bo Tirkiyê: Lêkolînek berfireh pêk bînin

Rêxistinên navnetewî bang li hikumeta Tirkiyê kir ku têkildarî binpêkirinên li herêmên erdhejê lêkolîneke berfireh pêk bînin.

Saziya Tirkiyê AFAD’ê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de bajarên ku ji erdhejê bandor bûyîn yên weke Êlih, Çewlîg, Qeyserî, Mêrdîn û Dêrsimê weke herêmên karesatê yên di jiyana giştî de bi bandor hatibûn diyarkirin.

Back to top button