Aloziya di navbera Êla El Cibûr û mîlîsên Dîfa Wetenî didome.
Êla El Cibûr bi daxuyaniyekê ragihand ku heta daxwazên wan ê jihevxistina Dîfa Wetenê pêk neyê ew ê, çalakiyên xwe ranewestînin.
Êla El Cibûr ji destpêka aloziya ku di 13`ê Tebaxê de dest pê kiriye, doh bi beşdariya êl û rûspiyên kurd û ereb, daxuyaniyek da.
Şêx Ebdulezîz El Mislet daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Piştî ku qebîleyê bi hemû êl û eşîr û beşên civakê re civiya daxwaza xwe teqez kir, ku divê zulm bi dawî bibe û fermandarê milîsên Dîfa Wetenî ji herêmê derkevin û bi temamî ji hev bixin.”
El Mislet piştrast kir ku eger daxwaza wan neyê bicihkirin dê êl bertekên hişk nîşan bide û dibe ku encamên xerab bîne.