Aloziya li bajarê Hesekê bi dawî nebûye.
Duh danûstandinên qebîleyên vê herêmê li gel rayedarên Hikûmeta Şamê bi bin ketin û qebîleya El-Cibûr ji Ronahî TV re ragihand ku hikûmet wan neçarî şer dike.
Şêwirmendê qebîleya El-Cibûr Ekrem El-Mehşûş got ku
Danûstandinên li çarogşeya ewlekariyê yên bi parêzger û rayedarên rêjîmê bi serî nebûn.
Hingî dem û muhlet hatin dayîn, destê desthilatê li Hesekê û Şamê derheqê zarokên qebîleya El-Cibûr dirêj bû.
Rêjîm dixwaze fitineyê derxîne û ne amade ye dest ji kesayeta Ebdulqadir Hemo berde û desthilata li Hesekê nikare wî kontrol bike.
Desthilat, hikûmet û fermadandariya xwe têkçûyî ne.
Her endamekî Dîfa El-Wetenî bê bo me bibe armanc.
Ji bilî şer ti rê li pêşiya me nema.