Li navçeya Til Temirê, nexweşiya Laşmanyayê bûye belayek bi serê xwe.
Vê gavê, sedema belavbûna nexweşiyê jî zuhabûna çemê Xabûrê ye ku dewleta Tirk a dagirker nahêle av tê re derbas bibe.
Heyva Sor a Kurd ragihand ku sala borî 20 hezar kes li Til Temirê bi vê nexweşiyê ketine.
Lê belê îsal rêje kêm bûye, çimkî Heyva Sor a Kurd destwerdan lê kir û karîbû heta astekê wê kêm bike.
Her wekî di warê şîretkirin û perwerdekirinê de jî Heyva Sor karîbû barê vê nexweşiyê ji ser xelkê hinekî sivik bike.