Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd destnîşan kir ku eger rêjeya ava golê 2 metre din kêm bibe dê bendav raweste û kerasetek li herêmê rû bide.
Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd da zanîn ku kêmbûna rêjeya ava golê bandorê li xebata hilmijên ava vexwarinê û avdanê yên gundewarê Tebqa û Reqayê dike.
Imad Ubeyd diyar kir ku saetên pêxistina kehrebeyê rojane 11 saet bûn lê niha bûne rojane 6 saet, eger rêjeya avê ji wê kêmtir bibe dê saetên dayîna kehrebeyê kêmtir bibin.
Ubeyd bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bilez destwerdanê bikin û dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku avê berde ji ber ku eger rewş wiha ewam bike dê li herêmê keraset rû bide.