Dagirkeriya Tirk ava Firatê qut dike

Siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê û kêmbûna wê di bendavên herêmê de, bi xwe re encamên neyînî tîne û bandorê li herêmê bi giştî dike.
Ji ber van siyasetên qirêj, peydakirina ava vexwarinê zehmet dibe û xebatên bendavan rojane bi saetên dirêj tên rawestandin.

Li ser qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Endamê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re axivî.

Hemûd El Hemadîn diyar kir, ji ber siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê, gelek encamên neyênî derketin û got:

Dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava çemê Firatê daxistiye 200 metrekab di çirkeyê de û vê yekê li herêmê rewşeke bobelatê derxist.

Para herêmê ya normal 500 metrekab di çirkeyê de ye.

El Hemadîn: Ava golên çemê Firatê ji sedî 85 kêm bûye

El Hemadîn eşkere kir, ku ava bendavan kêm bûye û depoya stratejîk a golên Firatê ji sedî 85’ê avê bendava Tişrînê ji dest daye û wiha dewam kir:

“Vê yekê bandoreke neyînî li avahiyên bendavan, ava vexwarinê û hilberandina kehrebeyê jî kir.

Ji ber rawestandina bendavê û nexebitandina hemû torbînan.

Niha rojê tenê 2 torbîn heta 7 saetan dixebitin û hêza hilberandina kehrebeyê ji 107 megawat daketiye 75 megawat.

Di encamê de, ji sedî 35’ê hilberandina kehrebeyê jî kêm bûye.

Endamê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El-Hemadîn destnîşan kir ku bêdengiya NY, rêxistinên hiqûqî û dewletên herêmê, hişt ku rewşa mirovî ya li herêmê aloztir bibe, û wiha bidawî kir:

Divê NY û rêxistinên hiqûqî destwerdanê bikin û van kiryarên dijminane yên dewleta Tirk bi dawî bikin da ku para herêmê ya avê bê dayîn.

Back to top button