HPG: Hevrêyên me Rêzan û Bawer şehîd bûn

HPG’ê bi daxuyaniyekî din ragihand ku gerîlayên bi navê Rêzan û Bawer di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne.
HPG’ê ji malbata şehîdan, gelê Botanê û tevahî gelên welatparêz yên Kurdistanê re sersaxî xwast.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 2 gêrîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand 6’ê Tebaxê di êrîşa dagirkeran de hevrê Rêzan û Bawer şehîd bûn û wiha got:

“Hevrêyên me her kêliya xwe li ser esasê îdeolojiya Apoyî û dilsoziya bi şehîdan û gel re jiyan kirin.

Di têkoşîna me ya azadiyê de bi bawerî, îdîa û biryardariyeke mezin beşdarî têkoşînê bûn.

Hevrêyên me bûne milîtanên Apoyî yên mînak.

HPG’ê diyar kir hevrêyên şehîd di dîroka têkoşînê de weke lehengên mînak cihê xwe girtin.

Lewma divê hemû ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûn û helwesta xwe ya têkoşînê wan ji xwe re bikin mînak.

Dawiya daxuyaniyê HPG’ê soza bilindkirina têkoşînê da û got:

“Em ê bîranînên zarokên hêja, dilpak û leheng ên gelê Kurd zindî bihêlin û tola hevalên xwe bistînin.

Em ji Malbatên hêja yên şehîdan, hemû gelê Botanê yê welatparêz û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Li gorî daxuyaniya HPG nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Rêzan Botan
Nav û paşnav: Rêzan Gungen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê: Zelîha
Navê bav: Beşîr
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bawer Botan
Nav û paşnav: Bekîr Kina
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dê: Suphan
Navê bav: Haci
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button