Gurçika barazekî li benda mirovê nexweş hat

Li civakên Musilman Beraz weke heywaneke bê-merês tê qebûkirin.
Lewma hem xwarin goştê wê heram dibînin û hem jî xwedîkirina wî qedexe dikin.
Lê niha eşkere bû ku ev hewayî dikare jiyanê bide mirovan.
Îsbata vê yekê ameliyata serkeftî ya veguhsetina gurçika barezekî ji bo mirovê nexweş e.

Li bajarê Amerîkayê New Yorkê, komeke doktorên pispor gurçika berazekî ku genetîka wî hate guhertin, bi rengekî serketî neqlî mirovekê nexweş kirin.

Di encama de hat dîtin ku organ bi rengekî normal dixebite.

Ev ceribandina serketî bû hêvî ku pirsgirêka nexweşên qurçikan di demeke nêz de çareser bike.

Ya ku gurçik lê hate bicihkirin jineke nexweş bû.

Û ji ber rewşa wê pir giran bû, ji aliyê mejî ve miribû.

Malbata jina nexweş qebûl kir ku beriya cîhaz li ser bê birîn, ceribandina gurçikê bê kirin.

Gurçika ku li nexweş hate bicihkirin jî berazekî hate wergirtin.

Gurçika nû sê rojan bi rehên xwînê ve hate girêdan û lêkolîner ji bo karkirina gurçikê bişopînin organ li derveyî bedenê hiştin.

Encamên testê jî normal xuya kir.

Gurçikê mîna a mirovekî saxlem mîz çêkir û ji aliyê organîzma mirovan ve nehate redkirin.

Dr. Robert Montgomery ê ku bi ameliyatê rabû, dibêje piştî veguhastina gurçikê, jina xweş li halê normal vegeriya.

Lêkolîner bi dehan sal in ji bo veguhastina organên heywanan dixebitin.

Lê belê bedena mirovan van organan di cih de red dikin û lêkolîner jî hewl didin vê yekê fêhm bikin.

Tîma Montgomery ji bo kar-bondî-drat a rê li ber redkirinê vedike, geneke beraz girtin û guhertin.

Ev guhertin Kanûna 2020’an ji aliyê Daîreya Derman û Zad a Amerîkayê ve ji bo mirovên ku anerjiya wan ji bo goşt heye, weke çavkaniyeke potansiyel a derman hate qebûlkirin.

Berhemên tibî yên ji berazan têne peydakirin, beriya li ser mirovan bêne bikaranîn, pêwîstiyê bi destûreke taybet dibînin.

Li cîhanê her sal 2.5 milyon mirov ji ber nexweşiyên gurçikê yên kronîk jiyana xwe ji dest didin.

Ev ceribandina serketî bû hêvî ku pirsgirêka nebûna organan di demeke nêz de çareser bibe.

Back to top button