Li herêma Cizîrê Komploya Navnetewî hate şermezarkirin

Li gelek deverên herêma Cizîrê jî gel daketin qadan û komploya navnetewî şermezar kirin. Di çalakiyan de hat diyar kirin heya azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê li ser piyan bin û li ber xwe bidin.

Bi boneya salvegera 24’an a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo li herêma Cizîrê bi meşên girseyî hatin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên Hesekê li dijî komploya navnetewî daketin qadan û komplo şermezarkirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El Ebdullah jî da zanîn ku heya niha komplo dewam dike û wiha got:

“Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komplo li ser hemû pêkhateyên herêmê dewam dike.

Pêkhateyên herêmê jî bi hevgirtina xwe nîşan dan ku fikr û felsefeya rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e.”

Li ser navê Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya rêber Ocalan Perwîn Yûsif axivî û balkişande li ser armanca komploya li dijî Rêber Apo.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Telat Yûnis jî axivî û ji bo azadiya rêber Apo banga bilindkirina têkoşîn kir.

Beşdarên meşê jî teqez kirin dê heya azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

Li navçeya Dêrikê jî gel bi girseyî daketin qadan û komplo şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mîtingê endamê Meclisa PYD’ê ya herêma Cizîrê Seîd Sîpan axivî û diyar kir heya azadiyar rêber Apo wê têbikoşe dewam bikin.

Akadmiya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komplo negihişt aramca xwe û soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta azadiyê rêber Apo hate dayîn.

Beşdarên daxuyaniyê jî girîngiya fikr û felsefeya rêber Apo anîn ziman.

Back to top button