Rûspiyên Minbicê derbarê êrişan de axivîn

Rûspiyên Minbicê li hember êrişên dewleta Tirk bertek nîşan dan û diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze hin herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Rûspiyan teqez kirin ku li hember êrişan ew ê li ber xwe bidin û dê dev ji axa xwe bernedin. 

Dewleta Tirk li dijî xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî komkujiyên herî hovane pêk tîne.

Li hember van êriş û komkujiyan xelkê herêmê li ber xwe didin û dev ji axa xwe bernadin.

Derbarê mijarê de rûspiyên Minbicê axivîn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Fehed Şilaş: Tirkiyê dixwaze vîna gel bişkîne

Rûspiyê qebîleya Benî Seîd, Fehed Şilaş anî ziman ku armanc ji êrişan têkbirina vîna gel e û got:

”Piştî ku Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, êrişên xwe li dijî me zêde kirin.

Bi vê dixwaze planên xwe yên osmanî temam bike û herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî têk bibe.”

Fehed Şilaş: Rûsya û Amerîka berpirsê êrişan in

Fehed Şilaş behsa bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk jî kir û ev tişt anî ziman:

”Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi balafirên bêmirov êrişî herêmê dike.

Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û Amerîkayê berpirsên van êriş û sûcên Tirkiyê ne.

Em bang li wan dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin û ji bêdengiya xwe derkevin.”

Fehed Şilaş piştrast kir ku ew ê li hember tevahî planên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Mihemed Sadiq: Tirkiyê peymanên mafê mirovan binpê dike

Rûspiyê êla Benî El Esîdî, Mihemed Sadiq El Esîdî jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

”Erdogan rêbazên bi kirêt bi kar anî.

Herî dawî êrişên bi balafirên bêmirov zêde kir û rasterast sivîlên bêguneh kir hedef.

Bi wan êrişan, qanûn û peymanên mafên mirovan binpê kirin.

Mihemed Sadiq: Em dev ji axa xwe bernadin

Mihemed Sadiq El Esîdî dibêje bêdengiya li hember êrişên Tirkiyê tê wateya hevkariya pê re.

Di dawiyê de El Esîdî teqez kir ku her çiqasî êriş zêde bin jî ew dev ji axa xwe bernedin.

Back to top button