98′ Mamosteyên ji pêkhateyên Kurd û Ereb perwerdeya tenduristiyê qedandin

Li gel hewldanên Yekitiya Mamosteyan a Helebê ji bo bilindkirina asta mamosteyan û bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê û Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê, dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir.

98 mamosteyên ji pêkhateyên Kurd û Ereb tev li dewreyê bûn.

Piştre bi şahiyekê bawernameyên bidawîkirina dewreyê li mamsoteyan belav kirin.

Serokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Neşet Zîbat destnîşan kir ku dewre ji bo civakê gelek girîng e.

Hevserokê Yekitiya Mamosteyên Helebê Neşet Hecî wiha axivî:

“Me îro dewre bi şahiyekê bi dawî kir û bawername li mamosteyan belav kir.”

Mamosteya bi navê Necla Elî ku tev li perwerdeyê bûye got: “Dewre ji bo me kêrhatî bû.”

Necla wiha domand: “Perwerdekar, gelek agahî bi me re parve kirin.

Em dê jê sûd bigirin û dê di rewşeke awarte de destwerdanê bikin.”

Mamoste Şukrî Mistefa ku tev li perwerdeyê bûye: “Dewre gelek baş bû.

Em fêrî gelek tiştan bûn. Pêwîstiya hemûyan bi mîna van dewreyan heye.”

Back to top button