HPG’ê: Berxwedana li Werxelê dewam dike

Ji 23’ê Nîsanê ve gerîllayên HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê rê nadin hêzên artêşa Tirk.
Di pêvajoya 5 mehên derbasbûyî de yek ji deverên ku bû sembola berxwedanê, Qada Werxelê ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa 24 saetên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

15’ê Cotmehê danê sibê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, artêşa dagirker bi teqemenî û çekên giran êriş kir.

Piştî bombardimanê leşkerên Tirk xwestin pêşde werin.

Gerîlla bi dijwarî bersiv da tevgera dagirkeran û li herêmê şer rû da.

Di encama berxwedana şervanên Werxelê de leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Heman rojî nîvê şevê, artêşa dagirker ji qereqolên sînor derdora gundê Edînê yê girêdayî Kanş Masî topbaran kir.

Dîsa 15’ê Cotmehê li herêma Qendîlê, qadên Girê Savaş, Girê Hîwa, Girê Roj, gundên Bêpala, Tûtmê, Şêxan û Mawnan ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Di êrişa balafiran de ziyan li bax û bexçeyên sivîlan bû û agir bi daristanan ket.

Back to top button