Li Fîlîpînê lehî; Jimara kesên mirî derket 72’an

Li Fîlîpînê bagera Nalgae bû sedema wêraniyeke mezin. Ji ber şemitîna axê û lehiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 72’an.

Di nava 2 rojên dawiyê de li Fîlîpînê bager û barana zêde bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye.

Ji ber baran û bagerê jimara kesên jiyana xwe jid est dane derket 72’an.

Hat diyarkirin herî zêde mirin li eyaleta Maguindanao ya ku yek ji herêmên ku herî zêde ji bagerê bandor lê bûye çêbûne.

Lêgerîna 14 kesên winda jî dewam dike.

Rêveberiya Xizmetên Atmosfer, Jeofîzîk û Astronomiyê ya Fîlîpînê (PAGASA) diyar kir ku leza bagerê di saetê de, gihîştiye 95 kîlometreyî.

Bager niha jî bi leza 30 kîlometre di saetê de ber bi bakur-rojavayê welat ve diçe.

Ji aliyê din ve, li Fîlîpînan salane bi navînî 20 bagerên tropîkal çêdibin.

Back to top button