Azerbeycanê balafireke Rûsî anî xwarê, 2 Rûs hatin kuştin

Lihevkirineke sêalî navbera Ermenistan, Azerbeycan û Rûsyayê, bo bidawîkirina şerê li Qerebaxê pêk tê. Dêr barê vê de jî, Serokwezîrê Ermenistanê diyar kir wî mohra xwe daniye binê peymaneke ‘bi êş’ tenê ji bo dawî li şer were. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê ‘hêza aştiyê’ li herêmê bê bicihkirin.

Di pêvajoya qewîmîna şerê li Qerebaxê de, Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku balafireke wan a leşkerî ji ser Ermenistanê ve hat xwarê û 2 endamên wê hatin kuştin.

Aliyê Azerî jî lêborîna xwe ji Rûsyayê xwest ku wan bi şaştî balafir kiriye armanc.

Aloziya Qerebaxê..lihevkirineke sêalî bi Rûsyayê re pêk tê

Hîna tîna vê bûyerê sar nebûbû, ji bo bidawîkirina şerê li Qerbaxê, lihevkirineke sêalî navbera Ermenistan, Azerbeycan û Rûsyayê de pêk hat.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi daxuyaniyeke ev lihevkirin piştrast kir û got:

Ev biryar ne serketin, ne jî têkçûn e.

Piştî daxuyaniya Paşinyan, gelê Ermenistanê xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xist.

Çalakvan ketin saziyên hikûmet û parlamenê, li dijî Paşînyan slogan avêtin û daxwaza îstîfayê lê kir.

Rûsya: Wê Ermen û Azerî li nuqteyên xwe yên heyî bimînin

Serokdewletê Rûsyayê jî lihevkirin piştrast kir û diyar kir, wê “hêza aştiyê” li herêmê bê bicihkirin û leşkerên Azerî û Ermen li nuqteyên xwe yên heyî bimînin.

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî derket pêşberê ragihandinê û ev yek weke serkeftineke Azeriyan ragihand û xalên peymanê bi par ve kir.

Li gorî peymanê:

  • Wê Rûsya 1960 leşker li herêmê weka “hêza aşitiyê” bi cih bike.
  • Ev hêz heta 5 salan wê li herêmê bimîne.
  • Bajarên weke Agdam, Laçîn û Kerbecer wê radestî Azeriyan were kirin.
  • Di bin çavdêriya NY’ê de, welatiyên ku ji ber şer koç bûne, wê bizvirin cih û warên xwe.

Serokê Azerî Aliyev her wiha bidawîbûna şerê 20 salan jî ragihand.

Ji Îlonê de şerê herdu aliyan ji bo herêma Qerebaxê li dar e û heta niha, sivîl jî di nav de bi hezaran kes hatine kuştin.

Tevî 3 agirbestên ku ji bo şerê Qerebaxê hatibûn erêkirin jî, lê her tim dihatin şikandin, gelo vê carê jî dê ev lihevkirin bigihê serî an wê li ser kaxezan bimîne??

Back to top button