Şandeya Rêveberiya Xweser li Baskê hevdîtin pêk anîn

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li parlementoya herêma Baskê ya Spanyayê hevdîtin pêk anîn. Nûnerên parlementoyê piştgirîya xwe ya bi Rêveberiya Xweser re anîn ziman.

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer di çarçoveya serdana xwe de duh li parlamentoya paytexta herêma Baskê Vitoriayê bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlametoya Baskê re hevdîtin pêk anîn.

Têkildarî encamên van hevdîtinan Ebdulkerîm Omer ji ANHA’yê re axivî.

Omer da zanîn wan di hevdîtinê de buyerên dawî yên li herêmê, rewşa aborî û siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûriyê û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan û çareseriya di vê mijarê de hatine niqaşkirin.

Omer destnîşan kir di hevdîtinê de wan mijara êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefgirtina sivîlan û bêdengiya li hemberî van êrişan jî nirxandine.

“Divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin”

Omer diyar kir ku wî nêrîna Rêveberiya Xweser a di çareserkirina aloziya Sûriyê de aniye ziman û wiha dewam kir:

“Parlamenteran pesnê fedakariyên QSDʹê yên li dijî çeteyên DAIŞʹê û xizmeta ku gelên herêmê pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirine, dan.

Parlamenteran jî diyar kir ku divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe xwe bi cih bînin, destekê bidin Rêveberiya Xweser û divê pirsgirêka çeteyên DAIŞʹê were çareser kirin.”

Back to top button