Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula û Parlamenterê Tevgera Goran diyarkirin ku divê kongreya netewî were li dar xistin û gotin:
Divê em ji dagirkirina Efrînê nas bikin ku dijminê gelê Kurd yek in.
Hewldanên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) yên ji bo pêkanîna kongreya netewî dewam dikin.
Endamê rêveberiya Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Aras Abdula û parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme-emîn li ser yekîtiya netewî axivîn.
Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula diyar kir ku divê dezgayek nîştimanî û netewî ji bo gelê Kurd bê ava kirin û got:
Divê ev dezga pêşxistina doza gelê Kurd, taybetmendiyên beşên Kurdistan û dewletan li ber çavan bigre.
Aras Abdula li ser piştgiriya hizba wan ya ji bo pêkanîna kongreya netewî jî got;
Li gorî me pêkanîna vê kongreyê gelek girînge, lê bi mercê ku hizba parçeyekê dest ne avêje kar û barê parçeyên din yên Kurdistanê.
Wek mînak em piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin, lê hinek hizb hene dikevin nav kar û barên wê parçeyê de û astengiyan ji bo wê parçeyê çêdike.
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme-emîn jî li ser heman mijarê got;
Pêkanîna kongreya netewî pêwîste û gelek direng jî maye.
Ji dagirkirina Efrîn û hatina çeteyên DAIŞ de, diyar bu ku dijminên Kurd hevbeşin.
Endamê Tevgera Goran Şêrko Heme-emîn daxuyakirin ku divê peywendiyên Herêma Kurdistan bi derve re, di berjewendiyên bilind yên gel de be.