Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, civînek li Şengalê lidarxist.
Di civînê de Şengaliyan gotin:
Ew qebûl nakin ti kesek ji derveyî Şengaliyan, Şengalê birêve bibe.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, civîneke li Şengalê lidarxist.
Di civîna hevbeş de sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalê de amadebûn.
Di civînê de mijara tifaqa navbera Êzidiyan, xwe bi xwe birêvebirina civaka Şengalê weke xalên sereke hatin destgirtin û 5 biryar hatin girtin.
Sazî, rêxistin û rûspiyên ku tevlî civîna Meclîsa Xweser bûn biryarên ku girtine wê pêşkêşê hikûmeta Federal a Iraqê bikin.
Encama civînê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate eşkerekirin.
Meclisê bang li hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku rêz bidin îradeya li Şengalê çêbûye û wan nekin qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Biryarên Meclisê wiha ne;
1-Me biryar girt rêveberiya Şengalê ji kesên di meclisa Şengalê de ne pêk were û ji tevahiya derdorên li vir ne amadene re jî vekirîbe.
2-Em qebûl nakin ti kesek ji derveyî Şengalê, Şengalê birêve bibe.
3- Em qebûl nakin ti biryar bêyî îradeya Şengalê werin girtin.
4-Di ber rewşa niha ya Şengalê de Hikûmeta Iraqê berpirsyar e.
Lewma em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ji bo başkirina rewşa gel erka xwe pêk bîne.
5-Em qebûl nakin ku Şengal bibe qurbanê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Divê rêz bidin şeref û kerameta gelê Êzidî.